PeyamaKurd – Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê ji bo 15 rojan, hemû çalakî û xwepêşandan hatin qedexe kirin.
Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyeke nivîskî da xuyakirin, ji ber bergiriyên ewlehiyê û bi mebesta parastina yekperçeyîya dewleta Tirkiyê, li Colemêrgê ji roja 18 Tîrmehê heta 1ê Tebaxê hemû çalakiyên mîna; xwepêşandan, daxuyaniyên çapeminyê, civînên girseyî û meş, hemû çalakiyên dengî û dîtbarî, firandina balonan û dronan, vekirina konan û hemû çalakiyên din yên cemawerî hatine qedexekirin.
Walîtiyê ragihandiye ku tenê çalakî û bernameyên bi destûra qeymeqamtiyan dikarin bêne kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin