NY ji bo lêkolînkirina binpêkirinên li Îranê heyetek erkdar kir

NY ji bo lêkolînkirina binpêkirinên li Îranê heyetek erkdar kir

PeyamaKurd – Serokê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û Nûnerê Daîmî yê Arjantînê li NY Federico Villegas'ın, ragihand ku heyeteke ji 3 kesan pêk tê ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê hatiye erkdarkirin.

Hat ragihandin ku parêzerê Dadgeha Bilind a Bangladeşê Sara Huseyin, ji zanîngeha Warwick profesorê hiqûqa Îslamê yê Pakistanê Şahîn Serdar Elî û Dîrektorê Navenda Edalet û Hiqûqa Navdewletî (CEJIL) hiqûqnasê Arjantînî Viviana Krsticevic ji bo lêkolînkirina bûyerê li Îranê hatine erkdar kirin.

Villegas diyar kir ku wê endamên heyetê rewşa mafên mirovan a li Îranê bi raporekê di sala 2023yan de pêşkeş bikin û di Adara 2024an de wê raporek berfireh bê belavkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di protestoyên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî de ku 96 roj in berdewam dikin, heta niha bi kêmî 469 xwepêşander ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin û hejmarek zêde jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin