PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdat ragihand ku wan danûstandin bi Kurdan re kiriye û got, “Ji bilî dîyaloga bi grubên Kurd re ti rêyek din nîne.”
Mîqdat cara yekem li ser navê rêveberiya Şamê hevdîtinên ligel Kurdan piştrast kir û got, “Hikûmeta Sûriyê operasyona Tirkiyê li ber çavan girt û ji nû ve danîstandina bi komên Kurd re çalak kir.”
Feysel Miqdat herwiha destnîşan kir ku ew jê piştrast in ku dê hêzên biyanî terka welatê wan bikin.
Hêjayî gotinê ye, nûçeyên li ser destpêkirina danûstandinên rêveberiya Rojava û Bakurê Sûriyê piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkayê hatibûn belavkirin ku Rûsyayê navbeynkarî kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin