Brîtanya: Me frokeya Hûsiyan xist

Brîtanya: Me frokeya Hûsiyan xist

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ragihand ku wan li Deryaya Sor, frokeya bêmirov a milîşeyên Hûsiyan xistiye xwarê.

Di daxuyaniya wezaretê ya li ser hesabê X'ê de hate gotin ku "Keştiya me ya şer a bi navê HMS Diamond, êrîşa bi frokeya bêmirov a Hûsiyên girêdayî Îranê bi şêweyeke serhkeftî têk biriye.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku ji bo ewlehiya bazirganiya deryayî ya navneteweyî, keştiya şer HMS Diamond, li Deryaya Sor, frokeya bêmirov a Hûsiyan kiriye armanc û di encamê de froke hatiye xistin.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye ragihandin ku di encama bûyerê de bi ti awayî ziyan negihiştiye keştiya HMS Diamond û personelên wê.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku êrîşên bi vî rengî ku azadiya gerûgeşta deryayî dikin armanc nayên qebûlkirin û destnîşan kiriye ku wê Brîtanya nehêle ku azadiya gerûgeştê bikeve xeteriyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin