PeyamaKurd - Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl ragihand ku ENKS û PYDê ji bo gihîştina rêkeftinekê gavên baş avêtine û heger rêkeftinek çêbe jî wê ew rêkeftin di hemû warên îdarî, siyasî û serbazî de be.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl ku doh digel şandeke bilind a ENKSê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûne, ji K24ê re daye xuyakirin ku wan îro civînek bi serokatiya Serokê ENKSê Siûd Mela û bi beşdariya Komîteya Şêwirmendiyê ya ENKSê birêve li dar xistiye û tê de pirsên taybet bi ENKSê hatine guftûgokirin.
Îsmaîl li ser hevdîtin û danûstandinên di navbera ENKS û PYDê de yên ji bo yekrêziya navmala Kurdî jî wiha axivî:
“Danûstandinên cidî di navbera herdu aliyan de hene û çavê gelê me jî li wan danûstandinan e û ev hevdîtin ji bo proseya siyasî ya giştî ya Sûriyê jî gelekî girîng e. Yekrêzî û yekhelwestiya navmala Kurdî hêzek e ji gelê me û doza Kurdî re û baweriya me pê heye û heta ji me bê, emê pêk bînin.”
Li ser rêkeftina ku bi PYDê re bê kirin jî Mihemed Îsmaîl got, “Heger rêkeftinek bi PYDê re çêbibe, dê rêkeftineke giştî be û di hemû waran de wek siyasî, îdarî, serbazî û aborî be. Derfeteke baş e jî ku ev danûstandin bi piştevanî û çavdêriya Amerîka birêve diçin. Bi hêvî ne ku em karibin gavên baş bavêjin.”
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê destnîşan kir, ENKS û PYDê hin gavên baş di warê siyasî de avêtine û ji bo ew bigihin encamên baş zemîneke baş peyda bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin