Parêzerên Demirtas: Demirtas ji aliyê tendirustiyê ve di bin metirsiyê de ye

Parêzerên Demirtas: Demirtas ji aliyê tendirustiyê ve di bin metirsiyê de ye

PeyamaKurd – Parêzerên Selahattin Demirtaş eşkere kirin ku ji bo Demirtaş were berdan duh 2yê Nîsanê serî li dadgehê dane. Parêzer diyar dikin ku tendirustiya Demirtaş di bin metirsiyê de.

Parêzerên Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, bal kişandin ser rewşa Demirtaş û daxwaz kirin ku serbest were berdan.

Parêzeran derbarê mijarê de daxuyanike dan, “Wekî tê zanîn Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca 1ê Nîsanê daxuyaniyek daye. Di wê daxuyaniyê de derbarê pandemiyê de daneyên xur bi cur parve kirin. Li gorî wê yekê ji sedî 63yê nexweşên ku di rewşa întensîf de ne û ji sedî 69ê miriyan nexweşên hîpertansiyonê ne. Nexweşxaneya Zankoya Trakyayê ya Edîrneyê di encama pişkinînan de eşkere kiribû ku bi muwekîlê me Selahattin Demirtaş re hipertansiyon heye. Pêştir pirsgirêkên wî yên bêhnê û dil hebûn û ameliyat jî bûbû. Muwekîlê me hê jî dermanan bikar tîne. Lewra muwekîlê me di bin metirsiyê de yê, divê bê berdan.”

Bijîşkê Selahattin Demirtaş, Cegerxwîn Polat jî diyar kiribû ku pirsgirêkên tendirustiyê yên Demirtaş hene û bang li rayedaran kiribû ku serbest bê berdan, lewa ji ber ku hipertansiyon pê re heye, tendirustiya wî di bin xeterê de ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku  Demirtaş ji 4ê Cotmeha 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê bi awayekî girtî tê darizandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin