Serok Barzanî: Sîstema federalîzmê ji bo Sûriyeyê dikare bibe sîstemeke serkeftî

Serok Barzanî: Sîstema federalîzmê ji bo Sûriyeyê dikare bibe sîstemeke serkeftî

PeyamaKurd -  Serok Mesûd Barzanî, di hevpeyvîna Şems TV de, li ser gelek mijarên rojevê ûbi taybet li ser rewşa Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyên girîng dan.

Serok Barzanî li ser hilweşîna rejîma Sûriyê got, nîşaneyên rûxana rejîma Beşar Esed xuya bûn, lê nedihat çaverêkirin ku ewqas bi lez û bez bê kirin. Herwiha bal kişand ser wê yekê, rêjîm dê di sala 2011an de têk biçûya, lê piştre Îran, Rûsya û Hizbullaha Libnanî nehiştin nehîştin ew bikeve.

Tiştên me ji desthilata nû ya Sûriyeyê dibihîzin baş e, lê...

Serok Barzanî got: “Tiştên ku me ji rayedarên nû yên Sûriyeyê bihîstine gelek baş in, lê em hêvîdar in ku wek xwe bên cîbicîkirin. Divê em hişyar bin, ji ber ku gotin tenê têrê nakin, divê pirsgirêk bi kirdarî bên çareserkirin û ders ji rabirdûyê werdigirin.

Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê, hêviya herî girîng ji rêveberiya nû ya Şamê ew e ku ew neheqiya bi dehan salan li ser kurdan tê kirin ji holê rabike, ji ber ku salên dirêje Kurd li welat bi taybetî ji sala 1962ê ve rastî zehmetî, çewsandin û azaran hatiye.

Ev rewş nehatiye çareserkirin û didome. Wî her wiha pêwîst dît ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê zulma li ser kurdan û pêkhateyên din hatine kirin û azadiya xwe werbigirin. Herwiha divê kurd li vî welatî ji bo çareserkirina pirs û mafên xwe, rêya aştî û diyalogê bigrin.

Divê Kurd yekrêz biçin Şamê

Herwiha Serok Barzanî tekez kir, divê Kurd li Sûriyeyê sîstema xwe ya siyasî hilbijêrin, lê di destpêkê de dengên xwe di nava xwe de bikin yek û piştre bi hev re biçin Şamê û daxwazên xwe pêşkêş bikin û bi xwe biryarê bidin. Li hemberê jî divê Şamê têbigihe taybetmendiya Kurdan li navçeyê.

Min şîret li Mezlûm Ebdî kir ku bêhêvî nebe

Li ser hevdîtina bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re jî Serok Barzanî got: “Rewşa neteweyî pêwîstiya wê bi civîneke wiha hebû û min bi germî pêşwaziya Ebdî kir. Li hemberê wî jî behsa hûrgiliyên hevdîtina xwe ya bi Ehmed Şera re kir, ku hem xalên hevbeş û hem jî nakok jî di navbera Ebdî û Şera de hebûn.”

Serok Barzanî got: “Min şîret li Ebdî kir ku qet bêhêvî nebe, berê xwe bide diyalogê, dest ji bandor û hejmona derve berde û ber bi yekkirina gotara Kurdî li Sûriyeyê ve biçe.”

Serok Barzanî da zanîn, kurd li Sûriyeyê her çendî geşbînin ji paşeroja xwe, lê tirs û hestiyar jî hene, bi taybetî ku pêşeroja Sûriyeyê bi giştî ne diyar e.

PKK li Sûriyeyê pirsgirêkeke mezin e bihaneyek ji bo destêwerdana Tirkiyeyê ye

Serok Barzanî got ku, min qet hest bi wê yekê nekiriye ku meyla Ebdî ya cudaxwaz heye, lê ji wî re diyar bû ku Kurd dixwazin bibin beşek ji Sûriyeyê û bigihin mafên xwe.

Diyar kir jî, wî ji Ebdî re gotiye ku bi PKKê re li hevdu nekevin, lê dem hatiye ku PKK dest ji kurdên Sûriyê berde ku Kurdên Sûriyeyê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û PKK destêwerdanê di karûbarên wan de neke ji deverê derkevin.

Herwiha Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê ku hebûna PKK li Sûriyeyê pirsgirêkeke mezin e û behane ye bo destêwerdana Tirkiyeyê.

Serok Barzanî got: “Herêma Kurdistanê şiyana wê heye ku roleke girîng di pirsa Kurd li Sûriyê de bilîze, bi taybetî di yekxistina gotar û helwesta Kurdî de, handan bo diyalogê ligel rayedarên nû yên Sûriyeyê û alîkariya wan bo sûdwergirtina ji ezmûna Herêma Kurdistanê, lê ne merc e heman ezmûnê dubare bikin, ji ber ku her parçeyek Kurdistanê xwedî taybetmendiyên xwe ye.” Herwiha got, Herêma Kurdistanê dikare di warê aborî de alîkariya wan bike.

Serok Barzanî li ser pirsa derbasbûna Pêşmerge bo Sûriyeyê û piştevaniya Kurdan de bal kişand li ser wê yekê, ne tenê Kurd li Sûriyeyê, lê her kesê rûbirûyê metirsî û zulmê bibe, ew dudil nabin ku alîkariya wan bikin û got: “Li Sûriyeyê tirsek li ser Kurdan heye, lê em hêvîdar in ku ev tirs nebe rastî û em hêvî dikin ku di pratîkê de nebe.”

Sîstema federalîzmê bo Sûriyeyê dikare bibe sîstemeke serkeftî

Di derbarê sîstema federalî de jî Serok Barzanî got, pênaseya rasteqîne ya sîstema federalî dabeşkirina dadperwerane ya hêz û serwet e. Ev serkeftîtirîn sîstem e ji bo wan welatên ku cihêrengiya etnîkî, olî, mezhebî heye ye, ev yek ji bo Sûriyeyê jî derbas dibe, ku heman rûyên federalîzmê heye û pêkhateyên cihêreng tê de hene.

Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.