Hikûmeta Alman biryar da: Mayîna hêzên li Kurdistanê tê dirêjkirin

Dîroka Weşanê :
Hikûmeta Alman biryar da: Mayîna hêzên li Kurdistanê tê dirêjkirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Hikûmeta Almanyayê di civîna xwe ya îro 10ê Kanûnê de, biryar da ku erka artêşa Alman li Herêma Kurdistan û Iraqê were dirêjkirin.

Berdevkekî Wezareta Parastinê ya Almanyayê eşkere kir, “Erka artêşê heta 31ê Kanûna 2027an tê dirêjkirin û ti guherîn di hejmara leşker û şêwirmendan û erka wan de nayê kirin."

Hêjayî gotinê ye ev biryara Hikûmeta Almanyayê, piştî pesendkirina Parlamentoya Federal dikeve meriyetê.

Almanya ji sala 2014an ve di nava Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de cih digire. Di şerê li dijî DAIŞê û şandina çek û cebilxaneyan a ji bo hêzên Pêşmergeyan de roleke girîng a Almanyayê çêbûye.

Artêşa Almanya herwiha di çarçoveya erkê xwe yê NATOyê de, ji sala 2020an ve balafirên radar û çavdêriyê pêşkêşî hêzên Pêşmergeyan û Iraqê dike. Dîsa Almanya di warê çavdêriya asmanî û komkirina zanyariyan de alîkariyê dide hêzên Iraqê û Pêşmergeyan.