PeyamaKurd- Hikûmeta Iraqê bi nivîseke fermî ya Desteya Balafirvaniya Sivîl a Iraqê, qedexekirina ser hawirdekirina zêr û amûrên elektronîkî li balafirxaneyên Hewlêrê û Silêmaniyê hilweşand.
Hate diyarkirin, Desteya Balafirvaniya Sivîl a Iraqê nivîsara qedexekirina hawirdekirina zêr û amûrên elektronîkî li balafirxaneyên Hewlêrê û Silêmaniyê hilweşandiye.
Berî niha Desteya Balafirvaniya Sivîl a Iraqê biryara qedexeyê pêşkêşî şîrketên balafirvaniyê kiribû û niha ew biryar hatiye hilweşandin û gihîştiye balafirxaneyên Hewlêrê û Silêmaniyê û kar pê tê kirin.
Herwiha Desteya Balafirvaniya Sivîl a Iraqê di nivîsarekê de daxwaza vekirina nivîsîngeha pişkinînê ya navendî ji bo pîver û kontrola kaliteyê ya federal, mîna balafirxaneyên din ên Iraqê, li balafirxaneyên navneteweyî yên Hewlêrê û Silêmaniyê jî bê vekirin û berevajî hawirdekirina zêr û amûrên elektronîkî li wan her du balafirxaneyan bê qedexekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin