Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên xwendekaran berfireh dibin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên xwendekaran berfireh dibin

PeyamaKurd- Di demekê de ku danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de derbasî qonaxeke nû dibin, pêla xwepêşandanên protesteyî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe berfirehtir dibe.

Li gorî raporên dawî, xwepêşandanên xwendekaran li zanko û zanîngehên bajarên cuda ev 6 roj in bênavber berdewam dikin. Li zanîngehên wekî Huner, Şîraz, Xwarezmî û Tehranê xwendekaran bi dirûşmên "Bimre dîktator", "Azadî" û "Girtiyên siyasî divê bêne azadkirin" daxwazên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li ser piyan bin.

Li hemberî van çalakiyan, hêzên rejîmê bi taybetî li ber deriyê Zanîngeha Şîrazê bi maşînên veguhastinê amadekariya binçavkirina bi kom a xwendekaran kirin û rê li ber ketina hundir girtin.

Wezîrê Zanistê yê Îranê Husên Sîmayî jî bi daxuyaniyekê gef xwar û diyar kir ku ger ev protesto berdewam bikin dibe ku kontrol ji destê wan derkeve. Ev daxuyaniya wezîr wekî amadekariyeke ji bo bikaranîna hêza kujer û tundûtûjiya dijwartir li dijî xwendekaran tê nirxandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin