Mesûd Barzanî û Qiralê Urdinê geşedanên li Herêmê gotûbêj kirin

Mesûd Barzanî û Qiralê Urdinê geşedanên li Herêmê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî û Qiral Abdullahê Duyem ê Urdinê tekez kirin ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Di daxuyaniyekê de ji ofîsa Barzanî hat destnîşankirin ku Serok Barzanî û Qiral Abdullahê Duyem ê Urdinê êvara Yekşemê, 1ê Adara 2026an, bi rêya telefonê axivîn.

Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî û Qiralê Urdinê li ser geşedan û aloziyên dawî yên li herêmê nêrînên xwe parve kirin.

Her du aliyan jî tekezî li ser pêwîstiya parastina aramiya herêmî û çareserkirina pirsgirêk û pirsgirêkan bi rêya diyalogê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin