Sefîn Dîzeyî: Herêma Kurdistanê dê aramiya xwe biparêze

Sefîn Dîzeyî: Herêma Kurdistanê dê aramiya xwe biparêze

PeyamaKurd – Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî, di dema gera xwe de ya li gel nûner û konsulên giştî yên biyanî,  peyameke xurt a aramiyê da raya giştî.

Dîzeyî destnîşan kir ku tevî rageşî û şerên li Rojhilata Navîn, Herêma Kurdistanê kariye statuya xwe biparêze û jîngeheke ewle ji bo hemû pêkhateyan biafirîne.

Wî tekez kir ku hebûna Hêzên Pêşmerge û saziyên ewlehiyê çavkaniya sereke ya vê îstîqrarê ne û welatî yan jî mêvanên biyanî ne hewce ne ku bikevin nav tu fikarên ewlehiyê.

Dîzeyî her wiha bal kişand ser rola dîplomatîk a serkirdayetiya Kurdistanê û diyar kir ku Hewlêr niha veguheriye navendeke giring a biryarên siyasî.

Li gorî gotinên wî, Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî di aramkirina krîza Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de roleke çalak û berbiçav lîstine.

Ev yek nîşan dide ku Kurdistan ne tenê aramiya xwe diparêze, belê hewl dide bibe faktorê aramiyê ji bo welatên cîran jî.

Di heman çalakiyê de, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî kêfxweşiya xwe ji bo eleqeya dîplomatên biyanî anî ziman.

Xoşnaw diyar kir ku nûneratiyên biyanî ne tenê ji bo karên siyasî, lê belê ji bo xurtkirina têkiliyên aborî û geştiyariyê jî Hewlêrê wekî navendekê dibînin.

Armanca sereke ya van hevdîtinan ew e ku sektora veberhênanê li Herêma Kurdistanê bêtir were geşkirin û atmosfera aştiyê ya li paytextê bibe bingehek ji bo pêşkeftina bazirganiya navneteweyî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin