Hikûmeta Iraqê anîn, kirîn, firotin û vexwarina alkolê bi fermî qedexe kir

Hikûmeta Iraqê anîn, kirîn, firotin û vexwarina alkolê bi fermî qedexe kir

PeyamaKurd – Rojnameya Fermî ya Iraqê (Rojnameya Weqaî) belav kir ku hikûmeta Iraqê hawirdekirin, çêkirin, firotin û vexwarinên alkolê qedexe kiriye.

Rojnameya fermî ragihandiye ku merc û tedbîrên hawirdekirin û firotina vexwarinên alkolî hatiye diyar kirin û tê de hawirdekirin, çêkirin û firotina vexwarinên alkolî hatiye qedexe kirin û yên yasayê binpê bikin jî wê bên cezakirin.

Hat diyarkirin ku li gor madeya 14 ya yasaya hawirdekirin, çêkirin û firotina vexwarinên alkolî ya hatiye qedexe kirin, her kesê binpêkirina vê yasayê bike, wê herî kêm 10 milyon dînar û herî zêde jî heta 25 milyon dînar cezayê pere bide.

Hatiye destnîşankirin ku nabe ti yasayeke din dijî naveroka vê yasayê bê derxistin û ji roja belavbûna vê yasayê ya li rojnameya Weqaî ya Iraqê belav bûye ve yasa dikeve warê bicihkirinê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin