PeyamaKurd - Supasalarê Pêşmerge General Cemal Êminkî ragihand ku DAIŞê careke din li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dest bi çalakiyan kiriye û loma jî divê Pêşmege biçe wan deran.
Supasalar General Êminkî, di daxuyaniya xwe ya li ser malpera PDKê de diyar dike ku Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê jî ji bo çareserkirina serîhildana DAIŞê pêşniyariyên Pêşmerge xwestine.
Êminkî destnîşan dike ku herêmên Kurdistanî bêyî Pêşmerge nayên parastin û loma jî divê hêzeke hevbeş ji Artêşa Iraqê û Pêşmerge were avakirin.
Herwiha bal dikişîne ser wê yekê ku wan bo Amerîkiyan ragihandiye Pêşmergr tenê digel Artêşa Iraqê hemahengiyê dike digel Heşda Şebiyê nake.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin