2 zarok di ava kanala avdanê de jiyana xwe ji dest dan

2 zarok di ava kanala avdanê de jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Haliliye li taxa Karşıyakayê, 3 zarokên ku ketibûn ava kanala avdanê, ji wan 2 zarok fetisîn. Zarok li dora kanalê ji xwe re dileyîstin û zarokên bi navên Yusuf (12) û birayê wî  İbrahim B. (10) û zaroka ku navê wî nehat zanîn ketin avê. Zarok di nav avê de ji ber çav wenda bûn. Kesên li der û dor bûn agahiyê dan polîs û tîmên tenduristiyê.

Xelkê li wê derê, yekî ji avê derxistin lê her dû birayên din ji aliyê tîmên noqavê yên rêvebiriya asayîşê de hatin dîtin lê her dû jî fetisî bûn. Cenzên wan teslîmê tîmên tenduristiyê hatin kirin.

Cenazê her dû birayan ji bo otopsiyê birin Tib a Edlî ya Rihayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin