PeyamaKurd – Rêxistina terorî ya Boko Haramê li bakurê rojhilatê Nîjeryayê bi 3 êrîşên xwekujî êrîş bir ser xelkê ku yariya futbolê temaşe dikirin.
Li gorî polîsê Nîjerî di encama 3 êrîşên bombeyî yên bi ser stadyûmê de, 30 kesan jiyana xwe ji des da û 40 kes jî birîndar bûn.
Boko Haram li Nijeryayê rêxistineke radîkal a îslamî ye ku girêdana wê bi DAIŞê re jî heye û heta niha di êrîşên wan de bi deh hezaran mirov hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin