Pistî biryara qeyûman rêvebirên HDP û DBPê jî di nav de 418 kes hatin desteserkirin

Pistî biryara qeyûman rêvebirên HDP û DBPê jî di nav de 418 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Piştî wezîfedarkirin qeyûman  bo şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê, rêvebirên HDPê û DBPê têne desteserkirin. Duh bi şev bi ser gelek malan de hat girtin û gelek HDPyî û DBPyî hatin û di encamê de gelek kes hatindesteserkirin.

Piştî dûrxistina şaredarên hilbijartî, hêzên ewlekariyê li Amed, Mêrdîn û Wanê bi ser gelek malên hemwelatiyan de girtin û di encama serdegirtina malan de 21 kes hatin desteserkirin. Tê gotin ku dê hejmara desteserkiriyan zêde bibe.

Li dijî biryarê rêxistina Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ya şaxa Amedê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi ser malên hevşaredarên HDPê yê Amedê Hulya Alokmen û Zeyat Ceylan de girtin lê jiber ku di dema serdegirtinê de ne li mal bûn ew nehatine desteserkirin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê li hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku di operasyonên li 29 bajaran 418 kes hatine desteser kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin