PeyamaKurd - Karwanreke ji 15 wesayîtên leşkerî îro navrojê ji bajarê Rihayê ber bi sînorê Sûriyê ve bi rê ket.
Hat zanîn ku karwana leşkerî ya ji obus, wesayîtên zirxî û maşîneyên kar pêk dihat, ji Tuxaya Zirxî ya 20emîn a Rihayê li demjimêrên navrojê bi rê ketiye û gihîştiye Fermandariya Hidûd a Sêyemîn a sînorê Sûriyê.
Li gor ragihandina medya tirk, dê ew hêza ku hatiye şandin wekî teqwiye li qereqolên sînor were bicihkirin.
Ev demek e artêşa Tirkiyê şandina hêzan bo sînorê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê zêde kiriye û gefên destwerdanê dîsa li hêzên kurdî dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin