PeyamaKurd - Li bajarê Şingalê navendek ji bo wan zarokên êzîdî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, hat vekirin.
Berpirsa pirojeyan li dezgeha sivîl ya bi navê Humanity, Awaz Seîd ji medya Kurdistanê re got, ew zarokên êzîdî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, zimanê xwe ji bîr kirine tinê bi erebî dipeyivîn, rewşa wan ya derûnî jî wêran bûye, ji ber wê jî me biryar da li Şingalê navendekê vekin ku wan zarokan vegerîne rewşa normal.
Awaz Seîd her wiha got, di wê navendê de zarok fêrî zimanê kurdî tên kirin her wiha bi lîstik û bernameyên tijî hewl tê dayîn rewşa derûniya wan were başkirin.
Bi gotina wê berpirsê Humanity, rojane herî kêm 50 zarok di wê navendê de tên perwerdekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin