PeyamaKurd – Piştî şerê hefteya borî yê di navbera çekdarên li Efrînê de, bi dehan jinên Efrînî li girtîgeheke çekdaran hatibûn dîtin û piştre polîsê leşkerî yê girêdayî Tirkiyê car din ew jinên revandî radestî koma çekdar El Hemzat kiribûn.
Malpera Afrîn Post, ragihandiye ku çekdarên El-Hemzat 11 jinên revandî, careke din ber bi cihekî nediyar ve birine.
Malperê daye zanîn ku, li gor hin agahiyan, çekdaran ew jin ji navenda xwe ya li gundê Basutê, veguhestine navendeke xwe ya din li gundê Kîmarê yê Şêrewayê û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.
Herwiha hatiye diyarkirin ku çekdarên El-Hemzat dîsa vegeriyane navenda xwe ya li taxa Mehmûdiyê ku di 28ê Gulanê de ji aliyê çekdarên El-Xûta ve hatibû kontrolkirin.
Malpera Afrîn Postê daye xuyakirin ku malbatên jinên hatine revandin, nerazîbûn nîşanî vê girtinê dane û gilîyê xwe li Waliyê Efrînê kirine, lê Walî serdana malbatan red kiriye û gotiye” Ti agahiya wî li ser rewşa jinan tune ye û ew jin ne ligel wan û ne jî li gel ‘Şirta Eskeriyê ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin