Amerîka ji dêvla Iraqê çekan ji HSDê re disîne

Amerîka ji dêvla Iraqê çekan ji HSDê re disîne

PeyamaKurd - Pentagon ji nîveka sala 2018an û vir ve bi milyon dolaran çek û cebilxane ji Iraqê şandine Sûriyê. Tê zanîn hêzên kurdî yên ku Amerîka piştgiriya wan dike bermahiyên dawî yên IŞIDê dorpêç kirine.

Li gorî nûçeya Al Monîtorê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê, di hinek daxuyaniyên Kongresa Amerîkayê de diyar dike ku çek û cebilxaneyên ku Pentagonê ji Artêşa Iraqê re kirîne ji dêvla Iraqê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re têne şadnin.

‘Ev ekîpman alîkariya HSDê dikin’

Di stoka ekîpmaniyê de 50 Hummer, 20 wesayîtên ku dikarin xwe li ber mayînan li ber xwe bidin, 40 barhilgirên çekan û 700 çekên tankşikên hene. Di daxuyaniyê de herwiha behsa van tiştan tê kirin. Zêdetirî 2.400 guleyên xercê, 25 silindirên madenî û ji transfera şarjê ku ji bo tunekirina teqemeniyên din tê bikaranîn.

Pispor diyar dikin ku ev yek alîkariya tunekirin DAIŞê dike.

‘Tunekirina DAIŞê nêzîk e’

Fermandarê hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlum Kobanî hefteya borî diyar kiribû hindik maye li xaka Sûriyê ku dawî li DAIŞê were.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin