Amerîka pistî aktîfkirina Patrîotan ji bo çêkirina rêya baregeha Hewlêrê ket tevgerê

Amerîka pistî aktîfkirina Patrîotan ji bo çêkirina rêya baregeha Hewlêrê ket tevgerê

PeyamaKurd – Li ser malpera Rêveberiya Xelatkirinê ya Hikûmeta Amerîkayê (SAM)de, 26ê Nîsanê danezaneke agahdariyê hatiye weşandin ku tê de tê gotin, Amerîka ji bo çêkirina rêyeke bejahî bo baregeha Asmanî ya Hewlêrê li mitehitan digere.

Li gorî projeyê diyar dibe ku Amerîka piştî vekişîna ji baregehên xwe yên li Iraqê, plan tê kirin heta demekê Amerîka hêzên xwe li Baregeha Asmanî ya Hewlêrê hêzên bihêle.

Li gorî nûçeyeke çend roj berê ya Associated Press (AP) hatibû ragihandin ku Amerîkayê sîstemên Patrîot ên li baregehên Eyn Esad û Hewlêrê çalak kirine.

Wekî tê zanîn ev demeke Amerîka hêzên xwe ji Iraqê dikişîne Herêma Kurdistanê ku cihê aramî û îstiqrarê ye li herêmê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin