PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî devera Morik a başûrê Idlibê vê carê jî artêşa Sûriyê, xala çavdêriyê ya Surman a leşkerên Tirkiyê dorpêç kir.
Hêzên rejîma Sûriyê bi piştgiriya hêzên Rûsyayê êrîşên xwe gurtir dikin û herî dawî jî navçeyên Maarat El Numan û Serakib jî di nav de gelek herêm xistin kontrola xwe.
Hat diyarkirin ku piştî kontrolkirina devera Surmanê xala çavdêriyê ya 8an a Tirkiyê ku li wê deverê ye jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye dorpêçkirin.
Artêşa Sûriyê dawiya meha Tebaxê jî xala çavdêriyê ya Tirk a li Morikê dorpêç kiribû û piştre ew krîz bi avakirina xaleke kontrolê ya polîsên Rûsî di navbera herdu hêzan de hatibû çareserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin