Asayîşa Kurdistanê: Baronê tilyakê yê navnetewî hate desteser kirin

Asayîşa Kurdistanê: Baronê tilyakê yê navnetewî hate desteser kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Asayîşa Herêma Kurdistanê li Raperînê bazgirganekî madeyên hişbir desteser kir ku bazirganiya navnetewî ya tilyakê dikir.

Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, bi hevkariya hêzên Iraqê yên Narkotîkê li navçeya Raperîn a Silêmaniyê baronê tilyakê yên navnetewî hatiye desteserkirin ku ligel wî ji bilî 3,5 kîlo madeyên hişbir gelek çek jî hatine girtin.

Hatiye diyarkirin ku demên berê di operasyonan de bi hêzên ewlekariyê re pev çûye û reviyaye lê vê carê nekariye bireve û hatiye girtin.

Hate bibîrxistin ku gumanbarê hatiye girtin di navbera Iraq û Sûriyê de baz bazirganiya tilyakê dikir. Di operasyonê de gelek çek jî tevî madeyê hişbir hatin girtin.