Li gundekî Serê Kaniyê komên çekdar hatin derxistin

Li gundekî Serê Kaniyê komên çekdar hatin derxistin

PeyamaKurd - Li dijî komên çekdar li gundekî Serê Kaniyê xwepêşandan bi rê ve çû û komên çekdar ji gund hatin derxistin.

Li gundê Misbexe yê li gundewarê Serê Kaniyê ku di bin kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve ne, bo roja duyem li ser hevdu, alozî di navbera polîsê leşkerî yê ser bi Tirkiyê ve û xelkê gund de derketin.

Piştî wê aloziyê xelkê gund xwepêşandanek encamp dan û daxwaza rawestandina binpêkirinan û derketina komên çekdar ji bajar kirin.

Li gor zanyariyan piştî wê nerazîbûna xelkê endamên polîsê leşkerî û firqeya Sultan Murad ji gund derketin.

Bajarê Serê Kaniyê li gel Girê Spî, di encama êrişa berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê di Cotmeha sala derbasbûyî de ketibûn destê artêşa Tirkiyê û komên çekdar de.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin