Iraq: “Çîn hevkarekî me yê xurt û girîng e”

Iraq: “Çîn hevkarekî me yê xurt û girîng e”

PeyamaKurd- Navbera Iraq û Amerîkayê her diçe xerab dibe. Parlementoya Iraqê tevî rêvebiriyê biryar da ku hêzên Amerîkayê ji Iraqê derên. Li ser vê biryarê  Amerîka ragihandibû ku eger ev bi dostane nebe, wê dorpêçên giran deynin ser Iraqê. Di vê noqteyê de serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî dixwaze Çînê li dijî Amerîkayê bikarbîne û got:

“Em ê peymana ku me bi Çînê re kiriye, bê tereddut bicîh bînin. Çîn bo welatê me gelek girîng e.”

Adil Abdulmehdî li baregeha xwe ya Bexdayê bi sefîrê Çînê bi Zhang Tao re civiya. Di hevdîtinê de Abdulmehdî weha got:

“Amerîka di têkoşîna li dijî DEAŞ ê destekê da têkoşîna me. Lê Iraq bûye seha gengeşê. Em naxwazin bibin terêfê vêya. Amerîka bi biryara hukumeta Iraqê li Iraqê ye. Vekişîna wê jî bi biryara Iraqê bû. Xurtbûna hukumeta Iraqê bo fêda Amerîkayê ye. Çîn hevkarekî me yê xurt û girîng e. Lihevkirina me bi Çînê bi mijara raya giştiye. Xelkê me veya îdrak dike. Em peymanên navbera xwe Çînê tetbîq dikin û em bendene ku Çîn di mijarên navdewletî de me destek bike. Wê Çîn dostê temamê Iraqê bimîne.”

Sefîrê Çînê jî got ku wê desteka hukumeta Iraqê dewam bikin û destekê bidin îmara Iraqê. Sefîr Tao di dewama axaftina xwe de got ku ew terefdarê bicîhanîna peymanên navbera wan û Iraqê yên di warê asayîş û leşkerî ne û dixwazin sehayê firehtir bikin.

Tişta balkêş ew e ku Adil Abdulmehdî di demeka ku di navbera Iraq û Amerîkayê de arîşe hene, bi sefîrê Çînê yê Bexdayê re hevdîtin kir.

Iraq di êlûna sala 2019an de bi Çînê re di seha sanayî, enerjiyê, petrol û gelek sehayên din de 8 peyman îmze kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin