PYD jî wê besdarî operasyona Idlibê bibe?

PYD jî wê besdarî operasyona Idlibê bibe?

PeyamaKurd- Hat îddakirin ku PYD jî wê bi Artêşa Sûriyê re beşdarî operasyona li dijî Idlibê bibe. Li gorî îddayê, ji bo ku PYD jî beşdarî operasyona Idlibê bibe, PYD û Rejîma Sûriyê li hev hatine.

Endamê Encumena Niştimaniya Kurdistana Sûriyê (ENKS) Kawe Ezîzî got ku PYD û Rejîma Sûriyê di hemî mijaran de li hev hatine.

Çavkaniyeke dî jî got ku di navbera PYD û Rejîma Sûriyê de tu pirsgirêk nîn in. Di hemî mijaran de li hev kirine. PYD kengî bixwaze, diçe Şamê ziyaret dike. YPG wekî parçeyekî Artêşa Sûriyê tevdigere.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin