PeyamaKurd- Dadgeha 26 emîn ya cezayê giran ya bajarê Îstenbola Tirkiyê, bi sedema ku “propaganda rêxistina terorê” kirine, 4 sal û 8 meh ceza da Demirtaş û 3 sal û 6 meh jî ceza da parlementerê berê Sırrı Sureya Önder.
Darizandin li Sîlîvriyê çêbû û Demirtaş bi rêya SEGBİS ê tevli darizandina dadgehê bû. Önder di salona dadgehê de amade bû. Hinek ji parlementerên HDPê jî di dema darizandinê de amade bûn. Demirtaş bo parêznama xwe, ji dadgehê 3 roj wext xwest. Demirtaş di dadgehê de weha got:
“ Ez ê parêznamê nedim we lê ez ê biaxifim. Bi sedema ku tewambariyên we ji wijdan û dadweriyê dûrin, ez ê bersiva tewanên we nedim. Hun çawa qebûl dikin? Baweriya min bo heyeta we sifir e.”
Sırrı Sureya Önder jî got ku ew bi temamî tevli gotinên Demirtaş dibe û weha dewam kir:
“Gelî heyetê! Ez bi we bawer nînim. Di ti pêvajoya vê darizandinê de, darizandineka bi dadwerî çênebû. Di xwepêşandanê de axaftina min 3 deqe bû.” û axaftina xwe di laptopa bi xwe re, bi heyetê da temaşekirin.
Önder got ku wan axaftinên di nava tewanê de hene, ew wan axaftinan nekiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin