PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li rojavayê parêzgeha Helebê ya Sûriyê helîkoptereke rejîmê hatiye xistin.
Li gorî zanyariyan, di dema ku şer û pevçûnên hêzên rejîma Sûriyê û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê li gundewarên Helebê berdewam bûn, helîkoptereke Sûriyê ji nêzîkî navenda bajarê Helebê berê xwe daye eniyên şer.
Li gorî jêderên herêmê dema helîkopter derbas dibe, li devera Kuptan el Cebel ji aliyê komên çekdar ve hatiye lêdan û ketiye.
Sê roj berê jî li devera Seraqîb a Idlibê helîkoptereke artêşa Sûriyê ji aliyê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatibû xistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin