PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarif bi Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re peywendiyeke telefonî encam da.
Muhammed Zerîf bi rêya telefonê li Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî geriya û pîrozbahî lê kir. Hat diyarkirin ku herdu alî li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê jî axivîne.
Zerîf pîrozbahîli Nêçîrvan Barzanî kir û bal kişande ser rola karîger ya Barzanî.
Di peywendiya telefonî de Zerîf got, “Di dema serokatiya we ya Herêma Kurdistanê de hêvîdar im ku ji her alî ve peywendiyên Iraqê û Komara Islamî ya Iranê baştir bibin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin