PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ragihand hejmara tûşbûyên bi Koronayê li Herêma Kurdistanê gihiştiye 121 kesan Ji wê hejmarê jî 51 kes baş bûne û 2 kesan jî canê xwe ji desrt dane.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di maweyê 24 saetan de, testa Covid-19ê bo 521 kesan hatiye encam dan ku encama testa 8 kesan li Hewlêrê û kesekî jî li Helebcê pozîtîf derketiye.
Bi vî awayî hejmara tûşbûyên bi vîrusa Koronayê (Covid-19) li Herêma Kurdistanê gihiştiye 122 kesan ku ji wan jî 51 kes baş bûne û vegeriyane nav kesûkarên xwe û 2 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Herwiha li Herêma Kurdistanê, 425 li Hewlêrê, 281 li Silêmaniyê, 628 li Duhokê, 30 li Helebcê, 5 li Germiyanê, 33 li Raperînê û 20 kes jî li Koyê, bi giştî 1422 kes karantînakirî ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin