PeyamaKurd- Her roj di Derya Sipî de gelek koçberên ji welatên cûr bi cûr ji fetisandin û mirinê tên rizgarkirin. Li ser giranbûna mijarê Almanya soz da ku dê %25 ê koçberên di Derya Sipî de hatine rizgarkirin qebûl bike welatê xwe. Wezîrê karên hundir yê Almanya Horst Seehofer bo rojnameya Süddeutsche Zeitungê got ku dê her dem siyaseta mirovane bişopînin û îznê nedin ku ti kesekî di behrê de bifetise. Wezîr weha dewam kir:
“Eger her tişt weka hat axaftin bimînê, wê koçberên ku ji Derya Sipî hatine rizgarkirin %25 ê wan qebûl bike welatê xwe.”
Li gor rojnameyê; dewleta Fransa jî amade ye ku %25 koçberên ku li peravên Îtalyayê hatine rizgarkirin dê %25 ê wan qebûl bike.
Di 23 yê êlûnê de wê li Maltayê bo çareserkirina mijara koçberan civînekî ji aliyê Almanya, Fransa, Îtalya, Malta û Fînlandiya de bê lidarxistin. Fînlandiya serokê demkî yê Yekîtiya Ewrûpayê ye. Wê temsîlkarên YE yê jî tevlî civînê bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin