Serokwezîr Barzanî bi sedema sandina asiyan sipasiya Çînê kir

Serokwezîr Barzanî bi sedema sandina asiyan sipasiya Çînê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema ku posta yekem ya aşiya Çînê giha Herêma kurdistanê bi awayeka nivîskî peyamekî belav kir. Barzanî rizamendiya xwe anî ziman û bi sedema şandina aşiya bi navê Sinopharm ê bo Herêma Kurdistanê, sipasiya xwe bo dewleta Çînê ragihand.

Mesrûr Barzanî got ku piştî plana aşiyan bê erêkirin, wê bo temamê parêzgehan bête belavkirin û derziya aşiyê dê ewilî bo xebatkarên tenduristiyê bêkirin. Barzanî her weha ragihand ku bo bidestxistina aşiyan bi hukumeta Bexdayê re bi hevre xebitîne.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got ku bo aşiya pêşkeftî bi şîrketên wan re raste rast di nava têkiliyan de ne, bi awayekî ciddî li ser mijarê dixebitin û dê di wexteka kurt de aşi bigihê hemû xelkê Kurdistanê.

Barzanî ragihand ku bo 6 mîlyon hemwelatiyên Kurdistanê aşiyan temîn bike, xebatên xwe dide dewam kirin û dê ewilî xebatkarên tendursitiyê û di peyde jî kesên pîr bên aşikirin

Mesrûr Barzanî di encamê de got ku bo dawî li nexweşînê were, divê hemû hemwelatî li pey tedbîran herin da karibin nexweşînê têkbibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin