Balyozê Brîtanya: Divê rêkeftina Singalê bilez were bicihanîn

Balyozê Brîtanya: Divê rêkeftina Singalê bilez were bicihanîn

PeyamaKurd - Balyozê Brîtanya yê Iraqê Stephen Hickey îro 16ê Cotmehê serdana Şingalê kir û li wir ji medyakaran ragihand, ew niha li ser dixebitin jê piştrast bibin ku hêzên çekdar ji Şingalê vedikişin û diyar kir, divê rêkeftina Şingalê bilez were bicihanîn.

Stephen Hickey ragihand: “Brîtanya pêşwazî li rêkeftina Şingalê dike û em hêvîdar in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî karê hevbeş bikin û em jî alîkarî û piştevaniya rêkeftinê bikin.”

Hickey got: “Em dixwazin bi hev re di vegera parastî ya Êzidiyan de bo Şingalê, dilniya bibin..Divê rêkeftina Şingalê bilez were bicihanîn.”

Stephen Hickey li ser vekişandina hêzên çekdar jî wiha axivî: “Li gor rêkeftinê divê hêzên çekdar ên li Şingalê vekişin. Em ji nêz ve ligel Neteweyên Yekbûyî û Amerîka û welatên herêmê kar dikin, da ku em dilniya bibin çekdarên li Şingalê vedikişin.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin