Baroya Mêrdînê: Dozger xwest îfadeya mexdûran wekî sahid bistîne

Baroya Mêrdînê: Dozger xwest îfadeya mexdûran wekî sahid bistîne

PeyamaKurd - Baroya Mêrdînê ragihand ku piştî îfadeyên karkerên Kurd ên ku li Sakaryayê rastî êrîşa nijadperestî hatin ji aliyê cenderme ve hatin standin, dozger xwestiye îfadeyên mexdûran weke yên şahidan bistîne.  

Piştî wergirtina îfadeyên kesên rastî êrîşê hatine, li Baroya Mêrdînê daxuyanî hat dayîn. 

Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk got: “Heqaretên giran li karkeran hatine kirin û gefa mirinê li wan hatiye xwarin. Ji ber vê neçar mane ku paşve vegerin Mêrdînê. Lê ligel vê jî dozgeriya Şemrexê ji bo bilî 3 karkeran, xwest ku îfadeya karkerên mexdûr weke şahid bigire. Ev li dijî hiqûqê ye. Parêzerên me îtîraz kirin û xwestin îfadeya hemû karkeran weke mexdûr bên girtin. Dûre dozger bi awayekî mexdûr îfadeya karkeran standiye. Îfadeyên karkeran bi dawî bûn.”  

Serokê Baroya Mêrdînê li ser daxuyaniya Walîtiya Sakaryayê jî diyar kir ku ti bingeheke wê nîne û wiha got: “Tu rastiyeke daxuyaniya Walîtiyê tuneye. Bûyer weke ku li ser medya civakî û di çapemeniyê de hat parvekirin qewimiye. Karker di 4ê Îlonê de, li Sakaryayê rastî êrîşê tên. Emê weke Baroya Mêrdînê pêvajoya hiqûqî ya vê bûyerê bişopîninin.  Emê bi her awayekî piştgiriya hiqûqî bikin.” 

Elîk, bi bîr xist ku destûr nehat dayîn ku bikeve  qereolê û wiha axivî: “Eskeran destûr nedan ku parêzer û serokê boroyê bikevin qereqolê. Ev li dijî hiqûqê ye. Em ê bi Baroya Amedê re, têkildarî mijarê raporekê amade bikin û bi raya giştî re parve bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin