PeyamaKurd- Dewleta Ermenistanê bi sedema koronavîrusê heya 15 ê nîsanê rewşa awarte ragihand. Wezîrê tenduristiyê yê Ermenistanê Arsem Torosyan ragihand ku heya niha di 30 kesî de koronavîrus hatiye dîtin. Tenê di nav wan de yek kes hatiye dermankirin û wî şandine malê.
Li gor ragihandina çapemeniyê; nêzî Yerîvanê li bajarê Ecmîazdînê ku ji Yerîvanê 20 km dûre, bo tehlîla kroronavîrusê 130 kes di karantînayê de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin