PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi awayekî nivîskî peyamekî belav kir û di peyama xwe behsa berlêgirtina koronavîrusê kir, behsa tevgeriyana bi berpirsiyarî kir da karibin xwe û xweza xwe ji vîrusê biparêzin. Barzanî got; divê herkes di vê mijarê de, bi hezir tevbigere. Hebûna koronavîrusê li temamê welatên dinyayê de, xelkê bi xwe meşxûl dike û hezra herkesî niha li ser vîrusê ye. Barzanî weha got:
“Tecrube nîşan didin ku rêya daxistina zerara vîrusê ya herî kêm ew e ku mirov xwe ji vîrusê biparêze. Em biryarên hukumeta herêma Kurdistanê yên bo berlêgirtina koronavîrusê destek dikin û divê bo bicîhanîna wan biryaran, em bibin alîkar.”
Barzanî bo temamê kesên ku bo berlêgirtina vîrusê dixebitin, bo hemû wezaretan, doktor, wezîfedarên din yên teduristiyê, polîs, xebatkarên balafirgehan û yên deriyên sînoran sipasiya xwe kir. Barzanî her weha bang li temamê hêzên navdewletî kir da alîkariya Kurdistanê bikin.
Barzanî bo xelkê Kurdistanê jî weha bang kir:
“Divê em bi hissên berpirsiyariyê tenduristiya xwe û xweza xwe ji talûkeyan biparêzin. Li hember vê weziyetê ne bi tirs an bi piştguhkirinê lê divê em bi hezir tevbigerin. Divê wesiyetên WHO (Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê) yê û yên hukumeta herêma Kurdistanê bên bicîhanîn. Wezîfe ya herkesiye ku siheta xwe, ya malbat û civaka xwe biparêze. Ez bende me ku her Kurdistanî bi hestên mirovî, olî û exlaqî weka wezîfe û berpirs tevbigere. Em tev bihevre, bi hevkarî û bi aheng bixebitin, li şîretan guhdarî bikin da em xwe û xelkê xwe biparêzin û di mijarê de biserbikevin.
En bo berlêgirtinê bi WHO yê re, bi rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar re û bi rêxistinên Iraqê re xebata dewam dikin. Bi hêviya ku temamê Kurdistaniyan, Iraq û temamê dinyayê bibe xwediyê tenduristiya baş.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin