Mesrûr Barzanî pîrozbahî li du partiyên komunîst kir

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li du partiyên komunîst kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 31ê Adarê bi boneya salvegera damezrandina Partiya Komunîst a Kurdistan û Partiya Komunîst a Iraqê pîrozbahî li wan partiyan kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Bi boneya salvegera damezrandina herdu Partiyên Komunîst ên Kurdistan û Iraqê, germtirîn pîrozbahiyê arasteyî sekreter û komîteya navendî û hemû endam û alîgirên Partiya Komunîst a Kurdistan û Iraqê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.”

Mesrûr Barzanî da zanîn ku herdu Partiyên Komunîst ên Kurdistan û Iraqê, roleke diyar û berçav di bizava siyasî ya Iraq û tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de lîstin û gelek qurbanî dane.

Herwiha Serokwezîr Barzanî got: “Ez hêvîdar im di xebat û têkoşîna xwe de berdewam bin ji bo berevanîkirina mafên rewa yên xelkê Kurdistanê û pêşvebirina kultura demokrasî û firealî û azadiyê li Iraqê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin