PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 26 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand; di 24 saetên dawî de, 26 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 3 kes li Hesekê, 10 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 2 kes li Girkê Legê, 1 kes li Cil Axa, 7 kes li Reqayê, 2 kes jî li Şehbayê ne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê ketine, gihiştiye 8340 kesan. Ji wan 1172 kes baş bûne û 284 kesan jî can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin