Leaf: Me ji Tirkiyê re gotiye nabe êrîsî Rojavayê Kurdistanê bikin

Leaf: Me ji Tirkiyê re gotiye nabe êrîsî Rojavayê Kurdistanê bikin

PeyamaKurd – Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf li ser operasyona Tirkiyê li dijî Rojava axivî û diyar kir, me ji Tirkiyê re gotiye nabe êrîşî Rojavayê Kurdistanê bikin.

Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf da zanîn: “Em li gel hikûmeta Tirkiyê gelekî zelal bûn û di asteke bilind de me gotûbêj kiriye û me ji wan re got bendewariya me ew e ku pabendî rêkeftina 2019 bin, wate nabe ku êrîşî Bakurê Sûriyê bikin.

Herwiha eşkere kir, me tekezî li wê yekê kiriye û em ê guvaşê li ser bikin, ji ber ku êrîş berî her tiştî ji bo welatiyê sivîl wê karesetbar be, herwiha dibe gef li ser karê me yê rûbirûbûna DAIŞê û hevbeşên me HSDê ji wî karî dûr dixe wan dixe bin metirsiyê. Em gelekî zelal bûn gel Tirkiyê.”

Barbara Leaf destnîşan kir, pewîstiyên mirovî li Sûriyê gelekî zêde dibin, hişkesalî jî rewş xerabtir kiriye.

Herwiha Leaf got, wê gihandina alîkariyan bi rêya biryara navdewletî ya 2585 bê dirêjkirin ku bi rêya wê biryarê alîkarî bi rêya sînorê Sûriyê derbasî wî welatî dibe. Ev jî mijareke girîng e di stratejiya Amerîka de.

Barbara Leaf di berdewamiyê de destnîşan kir: “Li Sûriyê sê cûreyên radestkirina alîkariyan hene, ji hev cuda ne di warekî de kî pilana wan dike, kî wan bi rê ve dibe û armanca wan çi ye. Çareserkirina seretayî beşek ji alîkariyên mirovî ye. Ev yek tiştekî ku me bi salan li Sûriyeyê û cîhanê kiriye. Ji ber wê jî beşek ji alîkariyên mirovî ye û aliyên mirovî yên serbixwe vê yekê dikin.”

Leaf diyar kir: “Baldarî li ser wan kes, malbat û civatên ku pêdivîya wan bi alîkarîyê hene. Yên herî zêde di bin metirsiyan de ne, li ku derê dijîn bila bijîn jê sûdê werdigirin. %60 ji wan kesên ku pêdiviya wan bi alîkarîyê heye li deverên bin kontrola rejîmê li seranser Sûrîyê dijîn, lê alîkarî bi ferman û çavdêrîya hikûmeta Sûrî nayê kirin, lê ji alîyê hin rêxistinên serbixwe yên mirovahîyê ve tê kirin. Bê guman mijar bi temamî siyasî ye û em ti alîkarîyê di vê derbarê de pêşkêş nakin. Me ew siza kirine. Rêjîm jî vê yek ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne.”

Herî dawî da zanîn: “Alîkarî ji aliyê gelek hevkarên cuda ve tên dabînkirin. Amerîka di aramkirina herêmên ku ji destên DAIŞê hatine rizgarkirin de alîkariyê dide û ev yek jî tê wê wateyê ku ji bo civakên ji bandora şerê DAIŞê rizgar bûne, rizgar bibin û karibin rê li ber vejandina DAIŞê bigirin. Lê belê ev yek li gorî siyaseta derve ya Amerîkayê tê kirin. Ez dikarim bêjim  ku çend mekanîzmayên me yên şopandinê hene da ku alîkariyên mirovî nekevin destê rejîmê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin