PeyamaKurd- Bi sedema ku dewleta Lîbyayê nikaribû ji bajarên lîmanî yên Harîga û Petrol Hîlalî sewqiyata petrolê bikin, heya niha 920 mîlyon dolar zerar kirine. Ragihandina mijarê ji aliyê Rêxistina Netewî ya Petrolê ya Lîbyayê de hat kirin.
Li lîbyayê niha hukumeta Lihevkirî ya Netewî li ser kar e. Bi sedema ku Lîbya ji her dû lîmanên navborî nikare îxraca petrolê bike, ew miqdarê 12.5 mîlyon varêlê petrolê heya niha nikare derbixe.
Fermandarê berê yê ku sehayên petrolê diparast Îbrahîm el-Cedran û hêzên di bin serkirdayetiya wî de, êrîş biribûn ser sehayên petrolê û herêmên petrolê ketibûn bin destê wan. Piştî vê bûyerê bi desteka balafiran hêzên Xelîfe Hafter ragihandibû ku herêm ketiye bin kontrola wan.
Lê tişta ku aşkeraye, herêm di bin destê kî de be jî, niha petrol nayê îxrackirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin