YNK niha jî bo postê parêzgeriya Kerkûkê hewl dide

YNK niha jî bo postê parêzgeriya Kerkûkê hewl dide

PeyamaKurd - Endamê polîtburoya YNKê Pavel Talebanî ragihand, di demeke herî nêzîk de em ê posta parêzgarê Kerkûkê werbigrin û tekez kir, ku pêwendiyên YNK û PDKê jî baş in.

Pavel Talebanî ku bi serdanekê çûye Bexdayê, li Koşka Selam a serokomariya Iraqê, derbarê mijarên rojeva Iraqê û Kurdistanê û pêwnediyên navbera partiyên Kurdistanî de ji Rûdawê re axivî.

Pavel Talebanî ragihand, eger Kurd yekrêz û yekgirtî bin, dê bikarin gelek tiştan bi dest bixin û bi yekgirtîbûnê, ti kes û alî nikarin rê li kurdan bigrin û berovajiyê wê eger Kurd yekrêz û yekgirtî nebin, neyar û dijmin dikarin wê yekê weke derfet ji xwe bibînin û derbê li Kurdan bixin.

Talebanî got: “Divê hemû aliyên Kurdistanê bibin yek, bi yekrêzî û yekdengî û bi hev re em hemû partî divê him bergirî li xwe bikin û mafên xwe jî werbigrin li Kerkûkê.”

Derbarê rewşa Kerkûkê de jî Pavel Talebanî got, ew dê di demeke herî nêzîk de parêzgarê Kerkûkê werbigrin û dê rewşa Kerkûkê asayî bibe.

Pavel Talebanî baştirkirin û asayîkirina rewşa Kerkûkê vegerand bo rêkeftina navbera partî û aliyên Kurdistanî û got: “Bila em bi hev re bcivin û li hev bikin, ku Silêmanî aram bibe, em li gel birayên xwe yên di nava PDKê de rûnin, ew tişt hemû dê bêne çareserkirin.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin