PeyamaKurd - Li hin navçeyên Mûşê yên bilind û çiyayî nêzî 8 metreyan befir bariya û rêyên 352 gundan hatin girtin.
Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ku ev zêdetirî hefteyeke bênavber barîna berfê berdewame, li cihên bilind û çiyayî heta qalindiya 8 metreyan befir bariya.
Li gorî zanyariyan, rêyên 352 gundan ji ber berfa zêde asê bûne û tîmên şaredariya Mûşê hewl didin rêyên çûnûhatina gundan bi navçe û bajaran re vekin.
Tîmên paqijkirina rêyan li hin cihan dikarin di nava demjimêrekê de tenê 15 metreyan berfê paqij bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin