Li Kobanê malek bi balafireke bêpîlot hat bombekirin

Li Kobanê malek bi balafireke bêpîlot hat bombekirin

PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên xwecihî îro 22yê Çile piştî nîvro balafireke bêpîlot a Tirkiyê xaniyek li başûrê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Medya herêmî ya Rojavayê Kurdistanê ragihandiye ku balafireke bêpîlot a Tirkiyê li demjimêr derdora 15:45an,  maleke li başûrê bajarê Kobanê li ser rêya gundê Memîtê bomebaran kiriye.

Li gorî zanyariyan welatiyek birîndar bûye û ziyanên madî di encama bombebaranê de çêbûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin