PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li Qerebaxê di navbera leşkerên Azerbaycan û Ermenîstanê de pevçûn derket. Hat diyarkirin ku di vê pevçûnê de gelek kuştî û birîndar hene.
Wezareta Berevaniya Azerbaycanê ragihand ku leşkerên Azerbaycanê li ser agahiya ku li ser rêya Xankendî-Halfelî-Turşsuyê ku hêzên Rusyayê bi awayekî demkî lê bi cih bûne û li ser rêya Xankendî-Halfelî-Turşsuyê sewqiyata leşkerî, cebilxane û xebatkarên leşkerî kirin ku xelkê ermenî lê dijiyan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku danê sibehê leşkerên Azerbaycanê ji bo kontrolê xwestin ku wesayîteke neqilkirinê ya leşkerî rawestînin û dema kesên di wesayîtê de gulebaran kirine, pevçûn derketiye.
Hat diyarkirin ku ji ber vê pevçûnê ji herdu aliyan jî kuştî û birîndar hene.
Wezaretê di derbarê wendahiyên aliyê Azerbaycanê de agahî parve nekir lê di çapemeniya Ermenîstanê de nûçe hatin weşandin ku di pevçûnê de 3 polîsên Ermenî hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin