PeyamaKurd – Di derbarê çareserkirina nakokiyên di navbera xwe de, PDK û YNKê dê îro bicivin.
Li gorî agahiyan, îro şandên polîtburo yên PDK û YNKê dê li bajarokê Dûkan yê Silêmaniyê bi hev re bicivin.
Li gorî agahiyan, beşek ji mijarên ku di civînê de bên axaftin ev in:
*Asayişkirina pêwendiyên herdu partiyan
*Sekinandina şerê medyayî li hember hev
*Helwesta li hember Bexdayê
Şanda PDKê ji van kesan pêk tê: Hoşyar Zêbarî, Mehmûd Mihemed, Elî Husên.
Şanda YNKê jî ji van kesan pêk tê: Rizgar Elî, Şalaw Elî Eskerî, Xesrew Gul Mihemed.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin