PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser biryara vekişîna leşkerên Amerîkî ji Sûriyê ragihand, “Em hêvî dikin Tirkiye û Rûsya berpirsiyariyên xwe yên bo biryara Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi cih werînin.”
Pompeo di axaftina xwe ya radyoya NPRê de, bal kişand ser biryara KENY ya bi jimar 2254 a çareseriya siyasî bo krîza Sûriyê û daxuyakirin, “Em hêvî dikin Tirkiye û Rûsya berpirsiyariyên xwe yên bo biryara Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi cih werînin” û got, “Dê Amerîka hewlên xwe yên dîplomatîk bidomîne.”
Berdevka Koşka Spî Sarah Sandersê li ser pirsên biryara vekişînê ya Trump gotibû, Ew digel ku ketine qonaxeke nû ya têkoşîna dijî DAIŞê, wan dest bi vekişandina leşkerên xwe kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin