PeyamaKurd - Rûfatên 100 Barzaniyên enfalkirî ku doh li Hewlêrê bi merasîmekê hatin pêşwazîkirin, îro 31ê Tîrmehê li goristana teybet a enfalkiriyan ya devera Barzanê bi merasîmekê bi xakê têne spartin.
Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayiq, Nûnera Taybet a Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert û hejmarek berpirsên din, doh Yekşemê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, pêşwazî li termên 100 Barzaniyên enfalkirî yên ji Bexdayê hatibûn vegerandin, kiribûn.
Rêveberiya Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ragihand, rûfatên 100 Barzaniyan ku ji beyabana Erer ya li parêzgeha Mosene ya başûrê Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin, wê îro 31ê Tîrmehê bi merasîmeke taybet li devera Barzan bi xakê bêne spartin.
Hêjayî gotinê ye, di dawiya sala 2021ê de, nûçeya dîtina goreke komî li parêzgeha Mosene belav bû, saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê jî bi aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Iraqê re 15ê Sibata 2022an de gihîştin cihê gorê ya li navçeya Efayiq ku nêzîkî sînorê Kuwêt û Siûdiyê û tîmên wan bi awayekî zanistî dest bi proseya vekirina gorê kirin. Di roja yekem de bi dîtina cilûberg û cemedanên taybet ên Barzaniyan, diyar bû ku qurbaniyên wê gorê yên peya û gencên Barzaniyan in û sala 1983an ji aliyê rejîma Beas ve hatine enfalkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin