Bexda | 5 mosekên katyusa li nêzî balyozxaneya Amerîka ketin

Bexda | 5 mosekên katyusa li nêzî balyozxaneya Amerîka ketin

PeyamaKurd – Li demeke ku xwepêşandanên dijî hikumetê li Iraqê berdewam dikin, êrîşeke bi moşekên katyuşa li Bexdayê hat kirin ku 5 moşek li herêma kesk a balyozxaneya Amerîkayê jî li wir e ketin.

Tora Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê li ser medya civakî ragihand ku 5 moşekên katyuşa li herêma kesk ketine, lê ji aliyê kîjan rêxistin û hêzê ve hatine avêtin nehatiye zanîn.

Tora Ragihandinê herwiha da xuyakirin ku hîn ziyanên êrîşê nehatine tesbîtkirin.

Bi taybet piştî kuştina Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê ve, êrîşên moşekî li dorûbera balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê zêde bûne ku beriya niha ji bo parastina balyozxaneyê Pentagonê hêz şandibû wê derê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin