Hikûmeta Iraqê çeperên PKKê hedef girtin!

Hikûmeta Iraqê çeperên PKKê hedef girtin!

PeyamaKurd- Balafirên şêrr yên dewleta Iraqê kozik û çeperên PKKê yên li Şingalê bombebaran kirin.

Hêzên dewleta Iraqê jî operasyona li dijî PKKê piştrast kir. Li gorî agahiyan 8 balafirên şêrr duh seet 16:30î li Şingalê li Geliyê Kersiyê çeperên PKK hedef girtine.

Heta niha ji çavkaniyên PKKê di derbarê êrîşa balafirên Iraqê de tu daxuyanî nehatine kirin. Di encama êrîşê de kesek miriye an jî birîndar bûye, nehate zelalkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin